Êrişa Siyonîstan ser Lubnanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i351337-Êrişa_siyonîstan_ser_lubnanê
Îro êvarê balefirên cengê yên artêşa terorîst a Îsraîlê êrişî Zahiya başûrî ya Beyrûtê kirin.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Îlon 20, 2024 16:07 Asia/Tehran
  • Êrişa Siyonîstan ser Lubnanê

Îro êvarê balefirên cengê yên artêşa terorîst a Îsraîlê êrişî Zahiya başûrî ya Beyrûtê kirin.

Hedefa li Zahiya Beyrûtê, avahiyeke xelknişîn li nêzîkî komavahiya El-Qaim li nêzîkî rêya Şehîd Seyd Hadî Nesrullah bû.Medyayên lubnanî ragihandine ku heta niha 7 kes şehîd û 13 kes jî birîndar bûne ku 5 ji şehîdan zarokin.Ev sêyemîn êrişa artêşa têrorîst a Îsraîlê piştî bahoza El-Eqsayê li Zahiya Beyrûtê ye. Operasyona terorkirina şehîd Salih El-Arûrî û operesyona şehîd Fûad Şukur li Zahiya Beyrûtê pêk hat û operasyona îro jî teroreke armanckirî ye.Li gorî rapora hin medyayan, êrişa hewayî ser başûrê Beyrûtê bi balafireke şêr a F-35 û 2 mûşekan ser avahiyeke li devera El-Cemûs a Zahiyê pêk hatiye.Ajansa nûçeyan a Lubnanê ragihand ku di encama vê êrişê de, çend sivîl ji wan jin û zarokek şehîd bûne. Îbrahîm Egil, berpirsê operasiyonên leşkerî yên Hizbullahê hefefa terorê bû.