Dewreya nû ya êrişênRejîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê
Artêşa Rejîma Siyonîst bi piştrastkirina êrişa mûşekî ya berfireh a Hizbullahê ser erdêndagirbûyî, derbarê êrişa xwe ya duyem ser başûrê Lubnanêagahî da.
Arteşa Rejîma Siyonîst derbarê dewreke nû ya êrişan ser herêmên başûrê Lubnanê ji wan Kefer Kila, Yarîn û Hûlayê agahî da.Artêşa Rejîma Siyonîst di daxuyaniya xwe de, avêtina 25 roketan ji başûrê Lubnanê ber bi bakurê herêmên dagirkirî ve piştrast kir. Di van êrişan de şîrrênên xeterê hat lêxistin û sîstema berevaniya hewayî ya Rejîma Siyonîst hat açalakkirin û û dest bi radûkirina mûşekan kiriye.
Di êrişa mûşekî ya Hizbullahê de rojava Celîlê ket ber êrişan û roketên Hizbullahê ji sîstema berevaniya mûşekî ya siyonîstan derbas bûn.Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku li bersiva vê êrişa roketî, ku ev êriş li Lubnanê cih hat, ji aliyê yekîneya topxaneyê ve hat hedefgirtin. Her wiha gundek li başûrê Lubnanê ji aliyê vê rejîmê ve hat bombebarankirin.Hevgav Hizbullaha Lubnanê ragihand ku şervanekî din xelkê bajarokê Eyteronê li başûrê Lubnanê di rêya Qudsê şehîd bûye.