Tebax 07, 2024 10:12 Asia/Tehran
  • Seyîd Hesen Nesrullah: Îsraîl ji tirsa bersiva Îranê û Hizbullahê hewara xwe biriye welatên rojavayî

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê bal kişande ser tirsa siyonîstan ji bersiva Îranê û Hizbullahê û teqez kir ku Îsraîl ji bo berevaniya li xwe hewara xwe biriye welatên rojavayî û bi taybet Amerîkayê

Seyd Hesen Nesrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê duh sêşemiyê li merasima heftiya  fermandarê şehîd Fûad Şukur hişyarî da Rejîma Siyonîst û got: Îsraîl tirsiyaye û li benda bersiva Îran û Hizbullahê ye, Îsraîlê hewara xwe biriye  Amerîka, Ewropa, rojava û welatên ereb ku ev yek jî kêmbûna hêz û lawazbûna vê rejîmê nîşan dide.Radarên Îsraîlê û setelaytên  Amerîkayê ji tirsa bersiva Îran, Hizbullah û Yemenê di amadetiay tam de ne.Nesrallah bal kişand ser lehengiya fermandarê cîhadî yê tevgera Hizbullaha Lubnanê Fuad Şukur û  got:

Ev teror rewşa dijmin girantir kiriye jiber ku operasiyonên dijî siyonîstan li Rexê Rojava berfireh bûne û koçberiya berûvajî ya ji erdên dagirbûyî berferehtir bûye.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: Plana bereya Berxwedanê avakirina dewleta Filistînê ji çemê Urdinê heta Deryaya Medîteranê  e.

 

Serepeyv