Tebax 07, 2024 08:29 Asia/Tehran
  • Hizbullahê ji ber bijartina Sênwar wek serokê polîtboroya Hamasê pîrozbahî li wî kir

Hizbullaha Lubnanê bi daxûyaniyekê bijartina Yehya Sênwar wek serokê nû yê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê, wek cîgirê şehîd Îsmaîl Heniye pîrozbahî got.

Hizbullaha Lubnanê bijartina Sênwarê ji zîvala Xezeyê ya dorpêçkirî, tekezî li ser wê yekê ye ku armanca dijminêsiyonîst ji teror  û şehîdkirina rêberên berxwedanê  işkest xwareiye û neghêştiye tu encamê. 

Ev bijartin peyamek bihêz û cidî ye ji bo dijminê siyonîst û Amerîka û hevpeymnên wê yên din ku Hemas di biryarên xwe de tam yekgirtî û yekgirtî ye, li prensîbên xwe de cidî û  pabendî bijardeyên sereke yên xwe ye.

Hizbullahê diyar kir ku bijartina serokê nû yê polîtboroya  Hemasê di vê heyama girîng de û di nava şer de, dê bawerî û îradeya ummet û gelên herêmê ji bo yekperçekirina hewldana û pêgiriya ser berdewamiya şer rêya berxwedanê heta rizgarkirina tevahî vî welatî zêdetir bike.

Cîhada Îslamî ya Filistînê, ji ber bijartina Yehya Sênwer wek cîgirê şehîd Îsmaîl Heniye û serokê nû yê polîtboroya Hemasê pîroz kir û teqez kir ku rawêjkariyên navxweyî yên serkeftî yên birayên tevgera Hemasê û tijîkirina bilez valahiya ku piştî terroar şehîd Heniye (Rehma Xwedê lê be) tevî berdewamiya şer, ji bo dijminê siyonîst peyamek vebirr e ku Hemas timbi hêz û yekgirtî ye û dijmin tevî jînosayda li Xezzeyê  nekariye çerçove û pêkhatya vê tevgerê xera bike.

Serepeyv