Nesrullah: Armanca Rojava, derbelêdana li nirxên têkildarî cîhad, şehadet û berxwedanê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i349447-nesrullah_armanca_rojava_derbelêdana_li_nirxên_têkildarî_cîhad_şehadet_û_berxwedanê_bû
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê îşev di merasima tazîdariya Îmam Husêyn (S) de got: Piştî sala 2000`an li Rojava kempêyneke xurt û bihêz di astên çandî û medyayê de destpê kir ku her tiştê girêdayî berxwedanê kirin hedef wisa ku peyva Cihad bû wek peyveke nerênî.
(last modified 2024-07-12T00:49:36+00:00 )
Tîrmeh 12, 2024 04:15 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Armanca Rojava, derbelêdana li nirxên têkildarî cîhad, şehadet û berxwedanê bû

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê îşev di merasima tazîdariya Îmam Husêyn (S) de got: Piştî sala 2000`an li Rojava kempêyneke xurt û bihêz di astên çandî û medyayê de destpê kir ku her tiştê girêdayî berxwedanê kirin hedef wisa ku peyva Cihad bû wek peyveke nerênî.

Seyîd Hesen Nesrullah got: Armanca Rojava derbelêdana li nirxên  têkildarî cîhad, şehîd û berxwedanê bû ku bi derketina komên tekfîrî ku berhema dezgehên îstixbaratî yên Amerîka û Inglîzê ne ne, alîkariya vî karî kir.

Wî her wiah got: Wan  jibo bêrêziya li berxwedanê wêjeyeke gemar bi kar anîn û ev hemû jî ji bo dûrxistina xelkê ji berxwedanê bû.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê di dawiya axaftina xwe ya kurt de tekez kir ku  li gorî Quranê, Xwedê  dixweze  mirovan re jiyan û axireteke  xweş hebe û ev plana dijmin û neyaran jî betal bû.