Du meqerên leşkerî yên siyonîstan di bin agirê Hizbullahê
Berxwedana Lubnanê şeva derbasbûyî derbarê êrişa bi mûşekan ser çeperên artêşa dagirker li bkurê erdên dagirbûyî agahî da.
Hizbullaha Lubnanê bi weşandina du daxûyaniyên cuda derbarê êrişa ser du baregehên eskerî yên siyonîstan li bakurê Filistîna dagirbûyî agahî da.
Di vê daxuyaniyê de Hizbullaha Lubnanê ragihand, ku du baregehên leşkerî , Remsa û Semaqê yên dagirkeran li girikên Kefer Şûba yên bi mûşekan kirine armanc.
Di vê êrişê de beşek ji alavên du baregehan hatin îmhakirin û agirekî mezin di nava wan de çêbû.
Li dewama êrişên Hizbullahê bi xwefiran ser meqerên dagirkeran de , duh êvarî, Hizbullahê navenda fermandehiya artêşa Rejîma Siyonîst li Golana dagirbûyî bi komkeke xwefirên întiharî kire armanc. ku derbeyên giran li dagirkeran xist.
Li gorî ragehandina Hizbullahê, ev der deqîq ket ber êrişan û di encamê de şewat çêbû û leşkerên siyonîst hatin kuştin an birîndar bûn.