Hizbullah: Lubnan ne meydana cebirandina işkestên Îsraîlê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i348968-hizbullah_lubnan_ne_meydana_cebirandina_işkestên_Îsraîlê_ye
Endamê Konseya Navendî ya Hizbullaha Lubnanê li berteka li himberî gefên rayedarên Rejîma siyonîst li dijî Berxwedana Îslamî ku ji ber lawazî û tirsê ye. got: Lubnan ne meydana cebirandina işkestên Îsraîlê ye.
(last modified 2024-06-24T09:19:52+00:00 )
Hezîran 24, 2024 12:48 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Lubnan ne meydana cebirandina işkestên Îsraîlê ye

Endamê Konseya Navendî ya Hizbullaha Lubnanê li berteka li himberî gefên rayedarên Rejîma siyonîst li dijî Berxwedana Îslamî ku ji ber lawazî û tirsê ye. got: Lubnan ne meydana cebirandina işkestên Îsraîlê ye.

Şêx Nebîl Qawûq di axaftinekê de ragihand: Zêdebûna gefên li pey hev ên Îsraîlê nîşana lawaziyê ye û ne bihêzbûnê. Gef û tirsandin rastiya têkçûna dijmin naguherîne. Wî got: Gefên Îsraîlî encamên berovajî hene, ji ber ku bûye sedema tirs û xofa bajaroknişînan li bakur û deverên din yên erdên dagîrkirî.Ev gef sîyonîstan xatircem nake belkî wan zêdetir ditirsîne. Rayedarên dijmin tehdîd dikin di halkeî de ku ji tirsa dilerizin û erd di bin lingên wan de gurr dibe û dişewite. Qawûq tekez kir: Lubnan bihêz e û ewlehiya xwe ji ti kesî naxwaze. Tişta ku Lubnanê diparêze, hêz û hevkêşî û sosretên berxwedanê ye. Mûşekên berxwedanê û xwefirên wan dikarinhema li her derê dikarin bigihin armancên xwe. Lubnan dê nebe cihê cebirandina işikestinên Israîlê, belkî dê bibe wek meydana işikesta dijminê siyonîst û cihê serkeftinê li himberî wê.