Nîsan 06, 2024 09:50 Asia/Tehran
  • Rayedarê Hizbulahê: Îsraîlê di şerê Xezeyê de ji bilî kuştinê tu destkevtek tinebûye

Serokê konseya kargêr aHizbullaha Lubnanê got: Rêjîma Siyonîst di şerê Xezeyê de ji bilî kuştinê tu destkevtek tinebûye.

Seyd Haşim Sefiyedîn,Serokê konseya kargêr a Hizbullaha Lubnanê diyar kir ku rejîma dagirker li Xezeyê ji bilî kuştina zarok û jinan ti destkevtek din bi dest nexistiye û got ku asta berxwedanê ya îro xurt, birêxistinkirî û yekgirtî ye û asta hewahengî û hevkariya hemû endamên  bereya berxwedanê pir li jor e.Serokê konseya kargêr a Hizbullaha Lubnanê di berdewamiya axaftina xwe de got kuzêdebûna gefên dijmin lawaziya wê nîşan dide û got: Dijmin di şer de işkest xwariye lê wê ranaghîne û welatên rojava piştî çend mehan êdî pê hesiyane ku Binyamîn Netanyahu lawaz e.

 

Serepeyv