Adar 30, 2024 07:46 Asia/Tehran
  • Berdewamiya êrişên Hizbullahê ser meqerên siyonîstan

Hizbullaha Lubnanê 6 caran meqerên Rejîma Siyonîst kirine armanc.

Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniyekê de ragihand ku têkoşerên vê tevgerê ji bo piştgiriya  ji gelê mezlûm yê Filistînê li zîvala Xezeyê roja Îniyê du caran meqerên Zobdîn li zeviyên Şebayê yên dagirkirî û meqera leşkerî ya Cel el-Alemê bi mûşekên Feleq dan ber êrişan. Berxwedana Îslamî ya Lubnanê di daxuyaniyeke cuda de ragihand ku têkoşerên Lubnanê bo piştgiriya ji xelkê Xezeyê û wek bersivdana êrişên dijminên siyonîst ser Şam û Helebê, navenda fermandehiya artêşa Lubnanê  tîpa 91'ê li baregeha Barnît bi mûşekên Borkan dan ber êrişan. Hizbulla Lubnanê her wiha cihê kombûna leşkerên Siyonîstên li keleha Honînê dan ber rokêtan. Berxwedana Îslamî ya Lubnanê li baregeha Hedeb Yaronê baregeha leşkerî ya siyonîst bi rokêtan kir hedefHeta niha bi dehan  hezar siyonîst ji tirsa êrişên berxwedanê ji navçên nêzîkî sînorên Lubnanê derketine.

 

Serepeyv