Çile 04, 2024 10:54 Asia/Tehran
  • Seyîd Hesen Nesrullah: Serdar Sulêymanî ji bo bêminetbûna tevgerên berxwedanê xebat dikir

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê bi boneya çaremîn salvegera şehadeta Serdar Sulêymanî got: Yek ji nîşaneyên dilpakiya zêde ya şehîd Qasim Sulêymanî, hewldana ji bo gihandina hemû tevgerên berxwedanê bo bêminetiyê bû.

Seyîd Hesen Nesrullah teqez kir ku tevgerên berxwedanê û welatên berxwedanê li gorî biryara xwe tevdigerin û li gor nêrîn û berjewendiyên netewî dibin yek.Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê her wiha got: Terorkirina El-Arûrî  bêbersiv namîne.

Rêberê Hizbullaha Lubnanê terorkirina Salih El-Arûrî wek cinayeteke mezinbi nav kir ku bêdengiyê qebûl nake.Wî got, eger Îsraîl li dijî Lubnanê şerekî bide destpêkirin berteka Hizbullahê dê bê sînor û yasa be.

Seyîd Hesen Nesrullah di beşeke din a axaftinên xwe de teqez kir ku axa Filistînê seranser ya Filistîniyan e û Îsraîl rejîmeke sexte ye ku peywendiya wê bi vê axê re li ser bingehê ewlehiyê ye û eger ewlehî nebe ew ê ji vê axê derkevin. .

Serepeyv