Êrişa hizbullahê ser du meqerên Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i345543-Êrişa_hizbullahê_ser_du_meqerên_rejîma_siyonîst
Hizbullaha Lubnanê bona piştevaniya ji xelkê Xezeyê, 2 meqerên Rêjîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî dan ber êrişan.
(last modified 2023-12-23T03:58:40+00:00 )
Kanûn 23, 2023 07:22 Asia/Tehran
  • Êrişa hizbullahê ser du meqerên Rejîma Siyonîst

Hizbullaha Lubnanê bona piştevaniya ji xelkê Xezeyê, 2 meqerên Rêjîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî dan ber êrişan.

Bona piştevaniya ji gelê Filistînê li zîvala Xezeyê û têkoşerên berxwedêrên islamî, du baregehên Şumra û El-Ebad li bakurê Filistîna dagirbûyî bûne armanca êrîşa Hizbullaha Lubnanê.

Berxwedana Îslamî ya Lubnanê duh înê hêz û alavên dijminê siyonîst li derdora meqera El Menareyê û baregeha Şumîra (gundê Terbîxanê yê dagirbûyî li Lubnanê) bi roket û topan dan ber êrişan.

Hizbullaha Lubnanê navenda kontrol û çavdêriya Rejîma Siyonîst li pêşiya bajarê Keferkelayê bi çekên guncav da ber êrişanû hejmarek ji hêzên dijmin rasterast ketn ber êrişan. 

Bi destpêkirina operasiyona Bahoza El-Eqsayê ji aliyê grûpên berxwedanê yên Filistînê ve, berxwedêrên Îslamî yên Hizbullaha Lubnanê, ji bo mijûlkirina beşeke mezin ji artêşa siyonîst li bakurê Filistînê û kêmkirina zexta ser berxwedanê Xezeyê,  operasyonên giran li dijî meqerên Rejîma Siyonîst linav axa Filistînê pêk anîn.