Muzakirên Senayê bi nûnerê NY re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i345249-muzakirên_senayê_bi_nûnerê_ny_re
Serokê şanda muzakerekerê Senayê derbarê muzakireya vê şandê bi nûnerê taybet ê NY yê li karûbarên Yemenê derbarê çend dosiyan ji wan azadkirina hemû girtiyan agahî da.
(last modified 2023-12-09T10:20:24+00:00 )
Kanûn 09, 2023 13:48 Asia/Tehran
  • Muzakirên Senayê bi nûnerê NY re

Serokê şanda muzakerekerê Senayê derbarê muzakireya vê şandê bi nûnerê taybet ê NY yê li karûbarên Yemenê derbarê çend dosiyan ji wan azadkirina hemû girtiyan agahî da.


Mihemed Ebdulselam, serokê şanda muzakirekerê Senayê got ku wî bi nûnerê taybet ê NY bo karûbarên Yemenê re li ser çend dosiyan ji wan azadkirina hemû girtiyan gotûbêj kiriye.

EbdulSelam her wiha got: Di gotûbêja bi Hans Grundberg re pêşketinên hasilbûyî li nexşerêya piştevaniya  ji aştiyê li Yemenê û wêdebirina astengiyan ji bo misogerkirina  rawestandina destdirêjî û dorpêçê hatine gotûbêj kirin.

Ebdulselam got: Di van muzakireyan de derbarê dosya dayîna mûçeyê bo hemû karmendan û azadkirina hemû  girtiyan, derketina hêzên biyanî ji Yemenê, amadekirina rewşê bo diyaloga siyasî hatiye gotûbêjkirin 

Serokê desteya danûstandinan a Senayê,  sipasiya hewldanên rayedarên Umanê  ji bo piştgiriya ji hewldanên aştiyê di  gotûbêjên  li Mesqet, Sena û Riyazê hatin lidarxistin, kir