Tebax 21, 2023 08:04 Asia/Tehran
  • Serokkomarê berê yê Lubnanê: Îsraîl nikare di warê leşkerî de bi ser bikeve

Serokkomarê berê yê Lubnanê bal kişand ser rola Têhran, Moskowa û Şamê li serketina Lubnanê li şerê 33 rojî û teqez kir Rejîma Siyonîst dê bêguman li hemberî bereya berxwedanê işkestê bixwe.

 

Êmil Lehûd, Serokomarê berê yê Lubnanê roja yekşemiyê got: Serketina stratejik di şerê 33 rojî di sala 2006`an îdiaya Rejîma Siyonîst a derheq bêşikestbûna artêşê pûç kir.

Lehûd destnîşan kir ku wê demê hevsengiya zêrîn a artêş-netewe-berxwedan  seqamgîr  bû. Me hewl da ku  vê hevsengiyê di warê leşkerî û di asta welêt de veguherînin baweriyekê.

Dema ku ez bûm serokkomar, me ev stratejî domand heta ku em di sala 2006-an de bi ser ketin. 

Lehûd bal kişand  ser rola Komara Îslamî ya Îranê di serketina sala 2006`an û piştgiriya ji  bereya berxwedanê ku tim berdewam e.

Wî derbarê şêwazên dijminê siyonîst jî got: Îsraîl gihîştiye vê encamê ku êdî ji babet leşkerî ve nikare bi ser bikeve, lewma hewl dide yekitiya navxweyî ya Lubnan û Sûriyê ji nav bibe.

Serepeyv