Peyama Ensarullaha Yemenê bo Baydên piştî meyla wî bo kutakirina şêr
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i340547-peyama_ensarullaha_yemenê_bo_baydên_piştî_meyla_wî_bo_kutakirina_şêr
Endamê Ofîsa Siyasî ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Hez û meyla Serokkomarê Emerîkayê bo rawestandina şêr, hema tenê propaganeyeke medyayî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2023 13:12 Asia/Tehran
  • Peyama Ensarullaha Yemenê bo Baydên piştî meyla wî bo kutakirina şêr

Endamê Ofîsa Siyasî ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Hez û meyla Serokkomarê Emerîkayê bo rawestandina şêr, hema tenê propaganeyeke medyayî ye.

Muhemed El-Bexîtî, Endamê Ofîsa Siyasî ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê di twîtekê de nivîsî: Ger Co Baydên, Serokkomarê Emerîkayê rastbêj ba, yê reşnivîsek bo rawestandina destdirêjî û dorpêçê, raberî Konseya Ewlehiyê bikira. 

 Vî rayedarê yemenî bal kişand ser vê yekê ku  rawestandina şêr, ser xêra Yemen û welatên cîranê wê ye û got: Berjewendiya Emerîkayê di dewama şêr de ye, lewma di dawîn kêliyê de bona ku rêketina derbarê rawestandina şêr  bêencam bike,destê xwe têwerda. 

El-Bexîtî got: Em hêvî dikin rayedarên erebistanî û îmaratî fehm bikin ku Emerîka bi qest ser riya çareserkirina qeyranê de berbendan çêdike.

Wî got  ger dorpêça Yemenê neyê rakirin em neçar in derbasî şerekî bi çarenivîs bibin û binesaziyên welatên êrişkir ji wan Teşkîlata niftê, bender û balefrgehan bidin ber êrişan.