Geştên esmanî yên ji Têlavîvê bo Behrêyn û Imaratê hatin sekinandin
Mêdyayên Rejîma Siyonîst ragihandin ku geştên hewayî yên balafirgeha Têlavîvê bo Behrêyn û Imaratê û berovajî wê hatin sekinandin.
Hêrsbûna rayedarên imaratî û behrêynî ji ber kiryarên
bigengeşe yên kabîneya Nêtanyahu dijî filistîniyan sedema
vê yekê hatîye ragihandin.
Li gorî nûçeyeka din hejmareka zaf a welatiyên Merakişê bi
lidarxitina xwenîşandanekê li meydana Parliman a Rebata
paytext ku bi bi boneya Roja Erd û Axê hat lidarxistin,
lihevkirina ji bo asayîkirina peywendiyên vî welatî bi
Rejîma Siyonîst re şermezar kirin û xwestin ku ew were
îbtalkirin.
Xwenîşanderên merakişî, bi hin dirûşman têkildarî
pêbendbûna li mafê xelkê zilimdîtî yê Filistînê, cinayetên
Rejîma Siyonîst a dagirker ên dijî gelê Filistînî şermezar
kirin û agir berdan alaya Rejîma Siyonîst.