Tezelawekî filistînî bi destê leşkerên sîyonîst hat şehîdkirin
Kabîna nû ya Rejîma Sîyonîst eva 5 roj e ku bi serokatîya Benyamîn Natanyaho karê xwe dest pê kirîye û di vî halî da tezelawekî din ê filistînî bi destê leşkerên sîyonîst hat şehîdkirin.
Kabîna nû ya Rejîma Sîyonîst roja pêncşem 29ê Kanûnê bi serokatîya Benyamîn Natanyahû bi awayekî fermî karê xwe dest pê kir. Çavdêr dibêjin ev kabîna ku piştî binbesteke pêncsalî desthilatê digire destê xwe, yek ji kabînên herî tundrê û gendel ên dîroka vê rêjîma sexte ye.
Malpera Nûçeyan a Arab48ê ragihand ku leşkerên Rejîma Sîyonîst berbanga îro ketin kempa Dehîşe`yê li şarê Beyt Lehmê li başûra rexê rojavaya çemê Urdinê û Adem Eyyad tezelawê şanzdesalî yê filistînî şehîd kirin.
Duh jî 2 ciwanên filistînî bi destê leşkerên sîyonîst li rexê rojavaya çemê Urdinê hatin şehîdkirin.
Ev 3 filistînî di destpêka sala nû ya zayînî da di halekî da ku Serokwezîrê nû yê Rejîma Sîyonîst Benyamîn Natanyahû eva 5 roj e hatîye ser desthilatê, hatin şehîdkirin.