HAMAS: Biryarnama NY, serketina himberî rêjîma faşîst a Israyîlê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338197-hamas_biryarnama_ny_serketina_himberî_rêjîma_faşîst_a_israyîlê_ye
Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê ji ber biryarnama Civata Giştî ya NY ku bi dengê pirranîya endaman têkildarî mafê çarenûsê yê gelê Filistînê hat pejirandinê, razîbûna xwe nîşan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2022 14:22 Asia/Tehran
  • HAMAS: Biryarnama NY, serketina himberî rêjîma faşîst a Israyîlê ye

Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê ji ber biryarnama Civata Giştî ya NY ku bi dengê pirranîya endaman têkildarî mafê çarenûsê yê gelê Filistînê hat pejirandinê, razîbûna xwe nîşan da.

Civata Giştî ya NY di destpêka vê mehê da bi pirranîya dengan 5 biryarnamên ser xêra gelê Filistînê nemaze di warê awareyên filistînî da pejirandin, Tevgera HAMASê jî îro di daxûyanîyekê da ragihand ku ev biryarnama serketinek di warê meseleya dadmendane ya Filistînê û şoreşa vî gelî têkildarî sekinîna hibmerî Rêjîma Sîyonîst, faşîst û zalim e.

HAMASê di vê daxûyanîyê da ji NY û welatên endamê wê xwest ku pêngav û helwestên zêdetir di warê berevanîya ji têkoşîna gelê Filistînê heta jinavçûna Rêjîma Sîyonîst û azadkirina Filistînê û avakirina welatê Filistînê ku Quds paytexta wê be û filistînî xwe qedera xwe dîyar bikin, rakin û nîşan bidin.