Yayîr Lapîd: Kabîna Natanyahû lawaz e
Bidû gurrbûna nakokîyên navxweyî li Filistîna Dagirbûyî, Serokwezîrê Karpêşdebir ê Rêjîma Sîyonîst got: Kabîna Natanyahû lawaz e û kabîna tundrê û şêt yê were pêkanîn.
Serokwezîrê Karpêşdebir ê Rêjîma Sîyonîst, Yayîr Lapîd îr got: Benyamîn Natanyahû Serokê Partîya Lîkûdê û Serokwezîrê rasipardî bo pêkanîna kabînê, lawaz e û yê kabîna tundrê û şêt pêk bîne ku dê nekaribe hikimdarîyê bike.
Lapîd li rûpela xwe ya twîterê nivîsî: Kabîna Natanyahû yê bûyereke asayî nebe. Ev kabîna ne hasila encamên hilbijartinê ye û tundrê di vê kabînê da xerac û serpişkîyan ji Natanyahû dixwazin û ew dê kabîne ber bi helwestên wehmî va bibin. Piştî van gotinên Lapîd, di xwenîşandanekê da ku Partîya Yeîş Etîdê dijî hikûmeta Natanyahû li Tal Avîvê li dar xistibû, pişikdar bû.
Di vî hal îda, Benyamîn Natanyahû xwest ku dema yasayî ya pêkanîna kabînê were dirêjkirin. Ji ber ku mecala 28 rojî ya Natanyahû ji bo pêkanîna kabînê ber bi kutabûnê va ye.