Sîyonîstan êrişî mizgevta Eqsayê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338020-sîyonîstan_êrişî_mizgevta_eqsayê_kirin
Sîyonîstên bajaroknişîn di dewama kiryarên bikîn ên xwe da careka din êrişî mizgevta Eqsayê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 06, 2022 14:03 Asia/Tehran
  • Sîyonîstan êrişî mizgevta Eqsayê kirin

Sîyonîstên bajaroknişîn di dewama kiryarên bikîn ên xwe da careka din êrişî mizgevta Eqsayê kirin.

Hejmarek bajaroknişînên sîyonîst îro di bin tivdîrên giran ên emnî yên leşkerên Rêjîma Sîyonîst da ji alîyê Bab ul Mugaribeyê va êrişî mizgevta Eqsayê kirin.

Polîsên Rêjîma Sîyonîst zûka Bab ul Mugaribe ser sîyonîstan da vekirin û yekîneyên taybet zûka li hewşên mizgevta Eqsayê bi cih bûn ta ku ewlehîyeke tam ji bo sîyonîstan dabîn bikin.

Dayra Ewqafa Islamî li Qudsa dagirbûyî ragihand ku bi dehan bajaroknişînan îro êrişî mizgevta Eqsayê kirin û dest bi kiryarên handêr kirin.

Hema bêje her roj sîyonîstên bajaroknişîn êrişî mizgevta Eqsayê dikin û berevanên filisîtîn yên vê mizgevtê jî bi wayekî berfire hibmerî wan disekinin.

Gel û rêvebir û komên berxwedêr ên Filistînê derbara her cure planeke têkildarî parvekirina mizgevta Eqsayê ya ji hêla cih û dema bikaranîna wê, Rêjîma Sîyonîst hişyar kirine.