Hizbullaha Libnanê: Gotûbêj rêya herî guncan ji bo bijartina serokomar e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337866-hizbullaha_libnanê_gotûbêj_rêya_herî_guncan_ji_bo_bijartina_serokomar_e
Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Gotûbêj û lihevtêgihîştin rêya herî piştrast û guncan ji bo bijartina serokomarê Libnanê yê nû ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2022 13:50 Asia/Tehran
  •  Hizbullaha Libnanê: Gotûbêj rêya herî guncan ji bo bijartina serokomar e

Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Gotûbêj û lihevtêgihîştin rêya herî piştrast û guncan ji bo bijartina serokomarê Libnanê yê nû ye.

Li gorî rapora Malpera El-Neşreyê, Nebîl Qawûq Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Ev welat serokomarekî dixwaze ku êş û pirsgirêkên gel kêm bike û karê wî yên herî pêşî avakirina pêbaweriyê di navbera libnaniyan be.

Qawûq her wiha got: Berbenda herî mezin li hember planên asayîkirina peywendiyan digel dijminê siyonîst Berxwedan e, ji bo vê yekê Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Israyîlê yê erkdarkirî divê nîgeran be.

Wî got: Tîma ku dirûşmeya gengeşe û rûbirûbûnê bilind dike, tê hemberî zêde ji nîvê gelê Libnanê.

Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê tekez kir: Ev tîme serokomarekî dixwaze ku li hemberî Berxwedanê raweste, ne ku li hemberî dijminên Libnanê û qeyranên vî welatî.

Qawûq got: Hizbullahê hin destkeft hene ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û hin hevsengiyên neteweyî hene ku rê nade serokomarek bibe desthilatdar ku dijmin li ser hesab bike.

Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê tekez kir: Hizbullah û hevpeymanên wê lihevtêgihîştin û gotûbêjê ji bo filitandina welêt bi serokmarekî ku yekîtiya neteweyî biparêze, hilêdixin.