Yayîr Lapîd: Em li ber gefa duberetiyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337544-yayîr_lapîd_em_li_ber_gefa_duberetiyê_ne
Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ê têkçûyî di hilbijartina vê dawiyê da mukir hat; Israyîl piştî hilbijartinê tûşî çend destebûn û hêrsê bûye û li ber gefa duberetiyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2022 14:05 Asia/Tehran
  • Yayîr Lapîd: Em li ber gefa duberetiyê ne

Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ê têkçûyî di hilbijartina vê dawiyê da mukir hat; Israyîl piştî hilbijartinê tûşî çend destebûn û hêrsê bûye û li ber gefa duberetiyê ye.

Yayîr Lapîd di axaftinekê da li rêûrisma mirina Îshaq Rabîn hişyar da; Israyîlî vedigerin niqteyeke bêveger û daxwaza guherîna şêwaza niha beriya jidestçûna demê kir.

Lapîd soz da ku ew ê ji bo vegeriyana bo desthilatê û berevaniya ji nêrîna tevgera xwe û alîgirên wê bi rêya cîgeha opozîsiyon û ne derveyî wê tê bikoşe.

Beriya vêya jî rayedarên Rejîma Siyonîst derbarê xetera hilweşiyana hundirîn ji ber qelaşa navxweyî û nakokiyên navbera cihûyên ortodoks û tevgerên sekolar û siyonîst hişyarî dabû.

Hevdem leşkerên Rejîma Siyonîst berbanga îro êrîşî ser hin navçeyên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê kir û herî kêm 20 filistînî girtin.

Pirraniya kesên ku îro ji aliyê leşkerên siyonîst va li Kêleka Rojavayî hatin girtin, xortên filistînî ne.

Çavkaniyên ibrî jî vê sibê ragihand ku komeke leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst li nêzikî Nablosê ketin ber gulleyan.

Ji aliyê din va çavkaniyên ibrî tekez kir ku di şev û roja derbasbûyî da 19 operasiyonên cûr bi cûr ên berxwedanê li Kêleka Rojavayî qewimîne. Çavkaniyên ibrî ragihand, ji 19 operasiyonên cûr bi cûr ên berxwedanê li Kêleka Rojavayî, 5 tê da gullereşandin hebûye.

Li gorî vê raporê, di şev û roja bihurî da 19 babetên pevçûnê jî di navbera filistînî û dagirkerên israyîlî da hatine ragihandin ku di encamê da hejmareke filistîniyan birîndar bûn.