Hemas: Berxwedan dê heta dema rizgarkirina Filistînê bidome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337527-hemas_berxwedan_dê_heta_dema_rizgarkirina_filistînê_bidome
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê tevî şermezarkirina şehîdkirina xortên filistînî yê 18 salî ji aliyê leşkerên Rejîma Siyonîst va, tekezî li ser dewama rêya berxwedanê heta dema rizgarkirina Filistînê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2022 05:13 Asia/Tehran
  • Hemas: Berxwedan dê heta dema rizgarkirina Filistînê bidome

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê tevî şermezarkirina şehîdkirina xortên filistînî yê 18 salî ji aliyê leşkerên Rejîma Siyonîst va, tekezî li ser dewama rêya berxwedanê heta dema rizgarkirina Filistînê kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRIB Newsê, Hazim Qasim Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) tevî ragihandina nûçeya şehîdbûna Meseb Muhemed Nefel ji aliyê leşkerên Rejîma Siyonîst va, ragihand: Gelê Filistînê dê heta dema rizgariyê di rêya berxwedanê da bimîne.

Qasim got: Xwînên pak li ser axa welêt dê heyf ji dagirkerên siyonîst li her kuçe û kolanekê bistîne û gelê Filistînê dê heta hildana tola şehîdan bi rizgarkirina welêt û vegeriyana awareyan aram nebe.

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê ji Berxwedanê xwest ku ti derfetekê ji bo êrîşa li ser hêzên dijmin û danîna xefikê ji bo bajaroknişînên siyonîst ji dest nedin.

Di roj û hefteyên vê dawiyê da êrîşên leşkerên siyonîst li dijî filistîniyan zêdetir bûne û leşkerên siyonîst di gelek babetan da bi gullereşandina rasterast filistîniyan dikin armanc.

Leşkerên siyonîst êvara Şemiyê xortekî filistînî yê 18 salî bi navê Mes'eb Muhemed Nefel bi behaneya avêtina keviran ber bi utubûsa bajaroknişînên siyonîst li nêzikî gundê Sencelê li bakurê Ramellahê şehîd kir.