Cotmeh 20, 2022 18:07 Asia/Tehran
  • Şêx Ne'îm Qasim: Lihevkirina sînorê deryayî mînaka pratîk a berevaniya Lunanê ye

Alîkarê Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê lihevkirina  diyarkirina sînorên deryayî ya di navbera Lubnanê û Filistîna dagirbûyî (Rejîma Îsraîlê) wek "Mînakeke pratîk a stratejiya berevaniyê di hevahengiya navbera Berxwedan û dewletê da" bi nav kir û got: Berxwedan pêwendîdera Umeta Îslamê ye.

Şêx Ne'îm Qasim Alîkarê Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê di rêûrisma rêzgirtina li Hefteya Yekîtiyê li Beyrûtê "Azadkirina erdên
dagirbûyî di riya Xwedê da" wek zimanê hevpar ê navbera hemî hêzên ku Bereya Berxwedanê pêk tînin bi nav kir û got: Eger Berxwedan nebûya, ti caran Xezeê azad nedibû û eger berxwedan nebûya, em ê niha di rewşeke wiha ya bibandor û bi armanc di serdema niha da ji bo bidestxistina mafên xwe yên deryayî nebûna.

Şêx Ne'îm Qasim diyarkirina sînorên deryayî û derxistina neft û gazê ji aliyê Lubnanê va wek "Destkefta mezin" bi nav bir û got: Lubnan dê bi zûtî kolandinê li qadên xwe yên neft û gazê li Deryaya Spî dest pê bike û pêkhatina lihevkirina sînorê deryayî di navbera Lubnan û Filistîna dagirbûyî da wek "Destkefteke Neteweyî" ye.

Piştî lihevkirina herî dawî di navbera Lubnan û Rejîma Siyonîst da ji bo diyarkirina sînorên deryayî,  em dikarin du atmosferên siyasî yên ciyawaz di her du aliyan da bibînin. Li aliyê libnanî tevî hebûna hin liv û tevgeran ji aliyê hin kom û grûpên siyasî ji bo bêencamkirina vê lihevkirinê, piştgiriyên Berxwedanê bûn sebeb ku xwestekên Lubnanê di pêşnivîsa Lihevkirinamê da bên berçavgirtin.

Li aliyê israîlî, berovajiya aliyê libnanî hevdengiyek tune û wek pêngava yekem, serokê Taxima gotûbêjker a israîlî istîfa kir û Netanyahu serokê Partiya Lîkodê ne tenê beşdariya civîna ewlehiyê ji bo biryardana derbarê redkirin an pejirandina lihevkirinê nebûye, belkî daxwaza hilêxistina vê mijarê li Kinêsêtê (Parlemanê) kiriye.

Serepeyv