Hezîran 28, 2022 21:33 Asia/Tehran
  • Li Lubnanê 4 sîxurên Îsraîlê hatin girtin

Dezgeha Ewlekariya Hundirîn a Lubnanê vê dawiyê hin bergumanên hevkariya bi Rejîma Siyonîst re li devera El-Erqûb li başûrê Lubnanê binçav bike.

Li gorî rapora IRNA`yê, hêzên ewlehiyê yên Lubnanê îro sêşemê bi çendîn operasiyonên istixbaratî ji bo dîtin û naskirina şebekeyên nû yên sîxuriyê, 4 gumanbarên hevkariya bi dijminê siyonîstî re girtin.

Di vê derbarê de çavkaniyeke ewlekarî ya Lubnanê ragihand ku dezgehên îstixbarata Rejîma Siyonîst bi dehan platformên li ser malperên medyaya civakî di bin sîwana şebekeya mezin ya peydakirina kar û îstixdamkirina ciwanên ku li kar û şixulê digerin li Lubnanê ava kirine, di vê halî de li gor heman çavkaniyê lêkolînê nîşan daye gumanbarên ku hatine girtin, haya wan ji nasnama saziyên ku tê de dixebitîn tune bûn.

Di vê navberê de Parlamenterê Libnanî Qasim Haşim got, desteserkirin bi sînor bûne û heta niha tenê 4 gumanbar hatine girtin.

Li Lubnanê di meha Sibatê de jî 17 şebekeyên sîxuriyê yên Rejîma Siyonîst hatine keşfkirin û têkbirin. Ev nûçe bi fermî ji aliyê Wezareta Navxwe ya Lubnanê ve hat ragihandin û Serokê Parlamena Lubnanê Nebîh Berrî ev destkefta ewlehiyê yekta bi nav kir.

Serepeyv