May 22, 2022 10:00 Asia/Tehran
  • Nebîh Berrî ji bo serokatiya parlemana Lubnanê bû namzet

Fraksiyona (Pêşveçûn û Rizgarîxwaz) li parlemana Lubnanê destnîşan kir ku Nebîh Bêrî wek berbijarê posta serokê parlemana Lubnanê destnîşan kir

Hilbijartinên parlemanê yên Lubnanê di 15`ê vê mehê de hatin lidarxistin û piştî wê jî divê parlementer serok û desteya serokatiya parlemanê, serokwezîr û serokomar hilbijêrin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya radyo û televizyona Îranê ji Beyrûtê; Fraksiyona El-Tanmiya we El-Tehrîr di yekemîn rûniştina piştî hilbijartinên Lubnanê de, namzediya Nebîh Berrî ji bo serokatiya Parlemana Lubnanê ragihand.

Fraksiyonên El-Tenmiya û El-Tehrîr jî tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e hikûmet pabendî bi pêşdebirina erkên xwe di qonaxa veguhêz de bibe.

Nebîh Bêrî yekem car di sala 1992an de serokatiya parlemana Libnanê kir û 6 dewrên li pey hev ew post girt.

Serepeyv