Bereya Gel a Rizgarkirina Filistînê, Rêjîma Sîyonîst hişyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i333745-bereya_gel_a_rizgarkirina_filistînê_rêjîma_sîyonîst_hişyar_kir
Bereya Gel a Rizgarkirina Filistînê pêgirî kir ku êrişa di dema nêz da ya sîyonîstan ser Mizgevta Eqsayê dê bbie sedema hêrsa berfire ya filistînîyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2022 10:19 Asia/Tehran
  • Bereya Gel a Rizgarkirina Filistînê, Rêjîma Sîyonîst hişyar kir

Bereya Gel a Rizgarkirina Filistînê pêgirî kir ku êrişa di dema nêz da ya sîyonîstan ser Mizgevta Eqsayê dê bbie sedema hêrsa berfire ya filistînîyan.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Filistîn Al Yawmê, Bereya Gel a Rizgarkirina Filistînê di daxûyanîyekê da têkildarî bangewazîya sîyonîstan ji bo êrişa ser Mizgevta Eqsayê, Tal Avîv li ser vê yekê hişyar kir û ragihand ku bê şik em dê himberî êrişa sîyonîstan ser Mizgevta Eqsayê bisekinin û ji filistînîyan dixwazin ku pêşîya sîyonîstan bigirin.

Tevgera Feth`ê jî di daxûyanîyekê da ragihand: Bilindkirina alayên Israyîlê li hewşên Mizgevta Eqsayê karekî handêr e û em dagirkeran berpirsê gurrbûna şerê dînî dizanin.

Berî vîya HAMAS, Cihada Islamî û Lêjneyên Berxwedêr ên Filistînê jî di daxûyanîyên cida da Rêjîma sîyonîst derbara dûhatên kiryarên dagirkerane li mizgevta Eqsayê hişyar kiribû.