Di çalakiyên van hefteyên dawî de 16 Îsraîlî hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i333646-di_çalakiyên_van_hefteyên_dawî_de_16_Îsraîlî_hatin_kuştin
Kanala Al Jazeerayê ragihand ku ji destpêka meha Adarê û vir ve 16 dagirker di encama êrîş bi çekên sar û gullebaranê de hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2022 05:32 Asia/Tehran
  • Di çalakiyên van hefteyên dawî de 16 Îsraîlî hatin kuştin

Kanala Al Jazeerayê ragihand ku ji destpêka meha Adarê û vir ve 16 dagirker di encama êrîş bi çekên sar û gullebaranê de hatine kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, mêdyayên Rêjîma demkî ya Siyonîst amarên îsraîlî yên ku li operasiyonên şehîdane yên çend hefteyên buhurî sibeha yekşemiyê hatin kuştin, weşandin.

Malpera Times a Îsralîlê ragihand: "Rageşiya di navbera Îsraîl û Filistîniyan de di hefteyên dawî de piştî êrîşên dubare yên li ser bajarên Îsraîlê ku 15 kes hatin kuştin, pir zêde bûne."

Kanala Al Jazeera ji zarê radyo û televizyona Rejîma Zarokuj a Îsraîlê got: "Şanzdeh Îsraîlî di êrîşên bi çekên sar û gullebaranên ,ji destpêka Adarê ve hatine kuştin."

Hevdem, polîsên Rêjîma demkî ya Siyonîst li daxûyaniyekê îdia kir ku yek ji Erebên rûniştvanên Filistîna dagirbûyî ku wesayitek siyonîstan dizîbû, efserek xiste bin vê erebeyê û ew bi giranî birîndar kir û niha rewşa wî pir giran e.

Ev geşedan di demekê de tên ku artêşa Îsraîlê sibeha Pêncşemê ragihandibû ku şeş tabûrên hêzên rezervê hatine gazîkirin da ku li kêleka dîwarê navbir a di navbera erdên dagirkirî û Qiraxê Rojavayê werin damezrandin.