Şehadeta sêyemîn ciwanê filistînî di "Nablus" / şîna giştî de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i333238-Şehadeta_sêyemîn_ciwanê_filistînî_di_nablus_şîna_giştî_de
Wezareta Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Filistînê şehîdbûna sêyemîn ciwanê filistînî li başûrê bajarê Nablusê yê Şerîeya Rojava ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2022 18:11 Asia/Tehran
  • Şehadeta sêyemîn ciwanê filistînî di

Wezareta Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Filistînê şehîdbûna sêyemîn ciwanê filistînî li başûrê bajarê Nablusê yê Şerîeya Rojava ragihand.

Li gor nûçeya ajansa Şahab; Wezareta Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Filistînê îro piştî nîvro ragihand ku ciwanê filistînî bi navê “Fewaz Hemaîl” ku çend roj berê di şer û pevçûneke dijwar bi leşkerên Îsraîlê re kete ber gulleyên wan û birîndar bû, îro ji ber birînên giran şehîd bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro danê sibê ragihand ku “Şas Kamcî” û “Mustafa Ebû El-Rebb” du ciwanên filistînî li “Cenîn”ê bi gulleyên leşkerên Siyonîst hatin şehîdkirin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî vê raporê, li pey şehîdbûna ciwanên filistînî û şermezarkirina kiryarên dijminane yên siyonîstan, îro li parêzgehên Ramallah û El-Birehê şîna giştî hat ragihandin û piştî wê jî li van deveran grevek berfireh hat lidarxistin.

Hêzên rejîma Îsraîlî roja Çarşemê êrîş birin ser bajarê Nablusê yê Şerîeya Rojava û di encamê de ciwanekî filistînî şehîd bû û 31 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku Tevgera Hemas û Cîhada Îslamî ya Filistînê îro li bara dewama êriş û kiryarên dijminane yên Rejîma Siyonîst hişyarî dan.