Sibat 15, 2022 18:46 Asia/Tehran
  • Xelkê Lubnanî serdana Naftali Bennett bo Behreynê şermezar kirin

Xelkê Lubnanê û hejmarek ji kesayetiyên vî welatî, hevxemiya xwe û piştevaniya xwe ji şoreşa gelê Behreynê nîşan dan û normalkirina peywendiyên Menamê bi Rêjîma Siyonîst re şermezar kirin.

Yekem seredana serokwezîrê Rejîma Israîlî Naftali Bennett bo Manama paytexta Behreynê di demekê de ye ku xelkê vî welatî di bereberê salvegera şoreşa 14`ê Reşemiyê de di van rojên dawiyê de li navçeyên curbicur ên vî welatî xwenîşandan li dar xistin û zulm û tepeserkirina xelkê bi destê dewleta Behrêynê şermezar kirin. Wan herwiha Rejîma Al Xelîfe ji ber asayîkirina peywendiyan bi Rejîma  Îsraîl re jî şermezar kir.

Mehmûd Qematî, endamê encumena siyasî ya Hizbullah a Lubnanê, di konferanseke hevgirtinê de bi boneya 11emîn salvegera şoreşa Behrêynê di 14ê Sibatê de li Navenda Çandî ya Beyrûtê got: "Hin kes û berpirsên Lubnanî dixwazin em ligel wan Ereban bibin ku ji bo asayîkirina peywendiyan bi Rêjîma Siyonîst re gavan diavêjin û wê hembêzkirina welatên Erebî bi nav dikin." 

Qematî her wiha got, bi behaneya tevlîbûna civaka navdewletî, ew dixwazin Lubnan xwestekên welatên ku serweta me û miletê me kontrol dikin cih bîne.

Qematî diyar kir ku karê rayedarên Behreynê gihiştiye astekê ku welatiyên xwe ji mafê welatîbûnê bêpar dikin, ji ber ku dixwazin mafên wan bên bidest xistin, di heman demê de dewlet ji bo guhertina pêkhateya nifûsa Behrêynê mafê welatîbûnê dide biyaniyan.

Serepeyv