Rayedarekî Hizbullahê: Filistîn divê wek rênîşandera misilmana bimîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i330086-rayedarekî_hizbullahê_filistîn_divê_wek_rênîşandera_misilmana_bimîne
Serokê Konseya Sîyasî ya Hizbullaha Libnanê di hevdîtina tev desteyeke pillebilind a berpirsên Hevalbendîya Hêzên Filistînî da pêgirî kir ku Filistîn divê rênîşandera misilmana bimîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2021 09:15 Asia/Tehran
  • Rayedarekî Hizbullahê: Filistîn divê wek rênîşandera misilmana bimîne

Serokê Konseya Sîyasî ya Hizbullaha Libnanê di hevdîtina tev desteyeke pillebilind a berpirsên Hevalbendîya Hêzên Filistînî da pêgirî kir ku Filistîn divê rênîşandera misilmana bimîne.

Seyîd Ibrahîm Emîn Seyîd Serokê Konseya Sîyasî ya Hizbullaha Libnanê û desteyeke pillebilind a berpirsên Hevalbendîya Hêzên Filistînî di hevdîtinekê da dawîn alûgurên Filistînê û cîhana ereban nemaze bêrêzyên vê dawîyê yên Rêjîma Sîyonîst li himberî nirxên îslamî û mesîhîyan û zorbêjîya bajaroknişînên siyonîst  ser mizgevta Eqsayê di bin sîya bêdengîya ereban û welatên rojavayî da rawêjkarî hat kirin.

Serokê Konseya Sîyasî ya Hizbullaha Libnanê di vê hevdîtinê da xwest ku filistînî hevdeng bin û got ku tifaq  ûyekdengîya filistîniyan di neyartîya himberî danustandina serdemê da derbeyeke giran bû ku proja sîyonîstan û amerîkîyan û kirêgirtîyên wan li herêmê tûşî işkestê kir.

Serokê Konseya Sîyasî ya Hizbullaha Libnanê herwiha got ku meseleya Filistînê wek meseleya mêhwerî ya umetê, divê wek rênîşander jibo ereb, misilman û mirovên azadîxwaz bimîne.