Li Lubnanê balefirek ket deryayê
Cotmeh 13, 2021 19:43 Asia/Tehran
Li Lubnanê balefirekî perwerdeya sivîl kete deryayê û hat ragehandin du kesên tê de bêserûşûn bûnewindayî hene.
Artêşa Lubnanê ragehand, balefirekî perwerdeyî ya sivîl li bakurê paytexta vî welatî Beyrûtê derdora Cubeylê ketiye Deryaya Spî.
Hat ragehandin balefir li gor saetên herêmî 10:40ê ketiye û ji aliyê tîmên Lubnanê yên behre û hêzên esmanî û tîmên parastina sivîl ve lêgera wê pêktê.
Balefira perwerdê ya cureya Cessna-172 de hat ragehandin ku 2 kes tê de bûn ku bêserûşûn bûne.
Wezîrê navxwe yê Lubnanê Bessam Mewlewî jî ji bo xebatên lêgerîna balefirê di cîh de kontrol bike berê xwe daye herêmê.
Derbarê sedemê ketina balefirê de heta naha ti agahiyek nehatiye dayîn.