Îlon 21, 2021 10:21 Asia/Tehran
  • Hikumeta Necîb Mîqatî baweriya parlamenta Lubnanê wergirt

Di civîna nîqaşkirina daxuyaniya wezaretê û dengdayîn li ser baweriyê de ku li qesra Unesco ya Beyrûtê hatibû lidarxistin, hikumeta Necîb Mîqatî baweriya parlamentê wergirt.

Serokê parlamenta Lubnanê Nebîh Birî da zanîn ku hikumeta Necîb Mîqatî bi dengê erê ya 85 parlamenteran li hember dengnê na ya 15 parlamenterên din baweriya parlamentê wergirt.

Piştî hikumetê bawerî wergirt, Mîqatî got:  "Rewşa debarê dijwar e, wê tu alîkariyên hilbijartinan tune bin, lê belê dê melzûmetên pêdivî li hewcedaran werin belavkirin.

Parlamentê duh saet 11:00'an li gorî dema Beyrûtê civîna xwe li qesra Unesco li dar xist. Di civînê de daxuyaniya wezaretê hat nîqaşkirin û dengdayîn li ser baweriya hikumetê hat dayîn.

Hikumeta Mîqatî di daxuyaniya wezaretê de soz dabû ku dê piştî baweriyê yekser danûstandina bi sendoqa banka navneteweyî re nîqaş bike ku alîkariya Lubnanê bike.

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku dê jinûve bi deyndaran re danûstandinê bike da ku li ser mekanîzma vegerandina deyna giştî li hev bike, ew jî piştî ku Lubnanê di Adara 2020’an de bi milyaran dolarên ji sendeyên Eurobonds nedan, pêk hat.

Di civînê de Mîqatî wiha got: "Hikumeta me li pêşberî wê bawerî di rewşên dijwar de wergirt ku rewşa heyî çareser bike. Ji ber Lubnan di krîzeke aborî, civakî, darayî û jiyanî ya dijwar re derbas dibe. Li beramber van hemû rewşan jî piranî lubnanî xwe ji van helwest û nîqaşên siyasî dûr û biyanî dibînin û ji bilî çareserkirina pirsgirêkên xwe yên awarte û dabînkirina qûtên xwe yên rojane tiştek ne xema wan e."

Her wiha behsa piştevaniya hêzên ewlehî û artêşê, geşkkirina têkiliyên Lubnanê bi dewletên Ereb û Ewropa re û şopandina xebata vegera penaberên sûrî kir.

Mîqatî diyar kir ku dê hikumet hilbijartinên parlamentê û şaredarî di dema wan de li dar bixin.

Mîqatî eşkere kir ku wezareta darayî mûçe û destheqên beşa giştî lêkolîn dike.

Serepeyv