Li Xezzeyê kampek bo zarokên kêmendam hat vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i328146-li_xezzeyê_kampek_bo_zarokên_kêmendam_hat_vekirin
Cara yekem li Xezzeya Filistînê kampeke havînê, bo zarokên kêmendam hat vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2021 17:18 Asia/Tehran
  •  Li Xezzeyê kampek bo zarokên kêmendam hat vekirin

Cara yekem li Xezzeya Filistînê kampeke havînê, bo zarokên kêmendam hat vekirin.

Zarokên ku di şer de, an ji ber pirsgirêkeke tendirustî dest an lingê xwe ji dest dane, dikarin bên vê kampê û di gelek çalakiyan de beşdar bibin, wek, melevanî, spor û gelek çalakiyên din.

Hedîl Seke, Rêvebera Kampê, dibêje, “Ev yekem kamp e bo zarokên ku dest an lingê xwe ji dest dane, çi ji ber şer be, an ji ber pirsgirêkên tendirustî û ji dayîk bûnê bin, em gelek çalakiyan pêşkêş dikin, wek melevanî, futbol, çalakiyên civakî, çand, huner û pîşeyan.”

Navê vê kampê `El-Qudra` wate; karîn e, ku bi rêya çalakiyan moral û şiyanên zarokan bilind dike, daku baweriya wan bi wan bê û bikaribin bêyî ku pirsgirêkên wan ên cesteyî li pêşiya wan bibin rêgir, jiyana xwe wek kesên asayî bidomînin.

Enan EL-Cad, zarokekî kêmendam, dibêje, “Min li xelkê temaşe dikir dema wan di deryayê de melevanî dikir, min jî dixwest ez wek wan melevaniyê bikim, vê kampê moralên min bilind kirin ku ez di deryayê de melevaniyê bikim û bibînim ku tiştekî zehmet nîne".

Heta niha 4 caran şer li Xezaya Filistînê derketiye, dinavbera Tevgera Hemasê ku rêveberiya Xezayê dike û Rejîma Îsraîlê.

Di salên 2008, 2012, 2014 û ya dawiyê di 2021an de bû, ku di encamê de li gorî Wezareta Tendirustiya  Filistînê 243 kesên Filistînî hatin kuştin ji wan 66 zarok bûn û 1910 kes jî birîndar bûn, ji wan 560 zarok bûn.