Artêşa Rejîma Îsraîlê agirbest binpê kir û êrişî Xezayê kir
Balafirên şer ên Rejîma Siyonîst, şeva borî bi dijwarî êriş herêmên cuda yên Xezayê kir ku hate îdiakirin ku li dijî avêtina balonên agirpêketî ji Xezayê ber bi wargehên Rejîma Îsraîlê yên nêzî Xezayê ve, pêk hatiye.
Çavkaniyên nûçeyan li Xezayê diyar kir ku ji roja ku agirbest di 21'ê Gulanê de hat ragihandin, ev êrişên herî dijwar in û xuya dike ku hevkêşeyek nû ye ku Rejîma Îsraîlê hewl dide saz bike, tevî domandina avêtina balonên agirpêketî û teqîner li wargehên nêzî Xezayê.
Hat zanîn ku Rejîma Siyonîst deverên çandiniyê yên li herêmên cuda yên Xezayê kiriye hedefa êrişan.
Artêşa rejîma Îsraîlê di daxuyaniyekê de îdia kir: "Balafirên şer ên Hêzên Hewayî nuqteyeke avêtina rokêt û alavên leşkerî yên rêxistina Hamasê li Xezayê, bombebaran kir."
Çavkaniyên Siyonîst ragihand ku serokerkanê Rejîmê Aviv Kohavi di demek berê de rewşa amadebûna arteşa Rejîma Îsraîlê ya ji bo senaryoyên cuda nirxandibû, wekî ji nû ve destpêkirina şer li hemberî qaşo operasyonên domdar ên li Xezayê.