Rejîma Siyonîst ceyranê li Xezeyê qut dike
Wezîrê Îstîxbarata Îsraîlê Êlî Kohen wiha got: "Dê cereyan li ser Xezeyê were qut kirin da ku pêşî li êrişên roket û mûşekên berxwedanê yên li dijî Îsraîlê bigire."
Li gorî IRNAyê, rayedarê siyonîst behsa hûrgulî û dema vê kiryarê nekir.
Di vê navberê de, raporên meydanî yên ji deverên curbicur ên Xezeyê diyar dikin ku di roja dehem a êrîşan de, balafirên Rejîma Îsraîl bi tenê avahiyên niştecihbûnê û zeviyên çandiniyê kirin armanc.
Hêzên siyonîst ên dagirker roja Duşemiya hefteya borî êriş û desdirêjiyên xwe yên hovane li dijî Zîvala Xezeyê û Fîlîstîniyan dabûn dest pêkirin û di encamê de zêde ji 215 Filistînî şehîd bûne û zêdetirî 1400 kes jî birîndar bûne.
Berxwedana Filistînê di bersiva êriş û desdirêjiyên siyonîstan ser Xezeyê de li erdên dagirkirî mûşekbaran kirin.