Rejîma Siyonîst deryaya Xezayê li ser masgirên filistînî girt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i325882-rejîma_siyonîst_deryaya_xezayê_li_ser_masgirên_filistînî_girt
Piştî ku mûşek ji Xezayê ber bi Filistîna Dagirkirî (Îsraîl) ve hatin avêtin, artêşa Rejîma Îsraîlê deryaya Xezayê li ser masîgirên Xezayê girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 26, 2021 08:42 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst deryaya Xezayê li ser masgirên filistînî girt

Piştî ku mûşek ji Xezayê ber bi Filistîna Dagirkirî (Îsraîl) ve hatin avêtin, artêşa Rejîma Îsraîlê deryaya Xezayê li ser masîgirên Xezayê girt.

Piştî ku mûşek ji Xezayê ber bi bajarokên siyonîstnişîn ve yên li nêzî Xezayê hatin avêtin, artêşa Îsraîlê derya bi giştî li pêşiya masîgirên filîstînî girt.

Li gor medya navçê ev yek derfeta gurkirineke şerê di navbera komên Filîstînê yên li Xezayê û artêşa siyonîst de zêde dike.

Artêşa Siyonîst di daxuyaniyeke xwe de ragihand: “Di dawiyê danûstandinên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst de li gel berdewamkirina avêtina mûşekan ji Xezayê ve, koordînasyonê karûbarên hikumeta siyonîstî general Xesan Eliyan radigihîne ku qada nêçîriya deryayî ya li Xezayê ji saet 6:00`an sibehê û heta demeke ne diyar, bi temamî tê girtin.”

Berbanga vê sibê çapemeniya siyonîst ji zarê tîmên tenduristiya rejîma Îsraîlê ragihand ku di encama revîn siyonîstên bajaroknişîn ber bi jêrzemînan de piştî bihîstina dengê zengilên hişyariyê 2 siyonîst birîndar bûn.

Têkildarî heman mijarê, polîsên rejîmê bendên ku li Bab El-Amûdê ya li Qudsê bi armanca tengavkirina filistîniyan danîbûn, rakirin.

Çapemeniya siyonîst îdia kir ku Îsraîl dixwaze rewşa li Qudsê aram bike, lewra bi wê armancê bendên ku danîne radike.

Ji aliyekî din ve çavkaniyên filîstînî dibêjin: Piştî ku Rejîma Îsraîlê lidarxistina hilbijartinan li Qudsê red kir, dibe ku serokê Filîstînê Mehmûd Ebas di 48 saetên bê de derengxistina hilbijartinan ragihîne ku tê payîn di 22`yê Gulanê de li dar kevin.