Rayedarên Imaratê salvegera serketina Înqilaba Îslamî pîroz kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i323989-rayedarên_imaratê_salvegera_serketina_Înqilaba_Îslamî_pîroz_kir
Rayedarên Imaratê salvegera serketina Înqilaba Îslamî li dewlet û gelê Îranê pîroz kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 10, 2021 12:08 Asia/Tehran
  •  Rayedarên Imaratê salvegera serketina Înqilaba Îslamî pîroz kir

Rayedarên Imaratê salvegera serketina Înqilaba Îslamî li dewlet û gelê Îranê pîroz kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya ajansa fermî ya nûçeyan a Imaratê (WAM); Şêx Xelîfe Bin Zayid Alê Nehyan, Serokê Imaratê bi şandina peyamekê bo hucet ul-islam wel-Muslimîn Hessen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, salvegera çil  ûduyem a serketina Înqilaba Îslamî pîroz kir.

Şêx Muhemed bin Raşid Alê Mektûm alîkarê Serokê Imaratê ûş serokwezîr û Hakomê Dubeyê, her wiha Şêx Muhemed Bin Zayid Alê Nehyan Welîehdê Ebûzebiyê û alîkarê Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên Imarattê bi peyamên cuda bo Serokê Komara Îslamî ya Îranê salvegera serketina Înqilaba Îslamî pîroz kirin.

 

Îro çil û duyemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ye.

Înqilaba Îslamî ya Îranê roja 11ê Sibata 1979an bi rêbertiya Hezreta Îmam Xumeynî (Re) bi ser ket.

Îro Çarşemî, 22ê Behmena 1399an a Koça Rojî hevdem digel 10ê Sibata 2021ê, çil û duyemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê bi rêbertiya Hezretê Îmam Xumeynî (Re) ye.