Artêşa Rejîma Îsraîlê ciwanekî filistînî şehîd kir
Sibat 01, 2021 09:17 Asia/Tehran
Artêşa Rejîma Siyonîstî îro ciwanekî filistînî li başûrê Beyt Lehm bi îdiaya ku hewl dida êrişekê pêk bîne, şehîd kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ciwanê filistînî li başûrê Beyt Lehmê di encama gullebaranê de jiyana xwe ji dest daye.
Artêşa Rejîma Siyonîstî jî îdia kir ku ciwanê filistînî kêr kişand û ber bi leşkerekî Îsraîlê ve çû, lewra leşkeran gulle lê reşandin.
Di hefteya borî de jî, artêşa Rejîma Îsraîlê ciwanekî 17 salî yê bi navê Eta Mihemed Reyan li nêzî bajarokê Salfît şehîd kiribû.
Serepeyv