Cenazeyê efserekî Rejîma Îsraîlê li daristanên El-Xelîl hate dîtin
Çile 13, 2021 17:27 Asia/Tehran
Artêşa Rejîma Siyonîst îro cenazeyê efserekî xwe li daristana Lahav a di navbera El-Xelîl û El-Neqeb li qiraxa rojavayê çemê urdinê de ku hatiye kuştin, dît.
Kanala Al-Mayadeen a Libnanê ji zarê Kanala Heftemîn a Îsraîlê da zanî ku efser Avî Harlev di nexweşxaneyên Berzilaî û Soroka de dixebitî, her wiha di nav hêzên berdest de bû.
Kanala Siyonîstî diyar kir ku efser Avî Harlev bi cilên xwe yên fermî ji civîna yekîneya berdest vedigeriya.
Artêşa Rejîma Îsraîlê der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir. Nehat zanîn ka efser bi destê hêzên Filistînê hatiye kuştin an wî xwe kuştiye.
Serepeyv