Êrişa balafirên Rejîma Siyonîst ser Xezayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i322601-Êrişa_balafirên_rejîma_siyonîst_ser_xezayê
Balafirên şer ên Rejîma Îsraîlê serê sibeha îro şemiyê êrişî ser herêmên li Zîvala Xezayê kirin û ew derana bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2020 08:30 Asia/Tehran
  • Êrişa balafirên Rejîma Siyonîst ser Xezayê

Balafirên şer ên Rejîma Îsraîlê serê sibeha îro şemiyê êrişî ser herêmên li Zîvala Xezayê kirin û ew derana bombebaran kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars Newsê, li nêzê mizgeftekê li rojavayê zîvala Xezeyê û her weha li herêma El-Tufah teqînek hate bihîstin ku li gorî medyayê, teqîn ji ber avêtina mûşekek ji balafireke bêpîlot pêk hat û sê mûşek jî ji balafireke şêr a siyonîstan li herêmê hatin avêtin. 

Kanala Nûçeyan a Alamê jî ragihand ku topxaneya Rejîma Siyonîst nuqteya kontrolê ya hêzên berxwedanê li rojhilatê bajarê Dêr el-Beleh li navenda Zîvala Xezeyê bombebaran kir. Li Xezeyê teqîn berdewam kirin û li bajarê Xan Yunis teqîn hat bihîstin.

Ji ber êrişên helîkopter û balafirên şer ên Rejîma Îsraîlê li Zîvala Xezeyê elektrîk qut bû.

Balafirên cengê yên Rejîma siyonîstî, helîkopter, balafirên bêmirov û topxanê di mehên dawî de gelek caran herêmên cûrbecûr ên Xezê kirin hedef.