Tevgerên Tirkiyê û çeteyên El-Qaideyê li başûrê Yemenê zêde bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i321491-tevgerên_tirkiyê_û_çeteyên_el_qaideyê_li_başûrê_yemenê_zêde_bûne
Çavkaniyên yemenî qala zêdebûna tevgerên Tirkiyê û têrorîstên El-Qaideyê li parêzgeha Ebînê ya başûrê Yemenê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2020 19:51 Asia/Tehran
  • Tevgerên Tirkiyê û çeteyên El-Qaideyê li başûrê Yemenê zêde bûne

Çavkaniyên yemenî qala zêdebûna tevgerên Tirkiyê û têrorîstên El-Qaideyê li parêzgeha Ebînê ya başûrê Yemenê kirin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Malpera 26ê Îlonê (26 Septamber), Çavkaniyên yemenî ragihandin ku Tirkiye li parêzgeha Ebînê li ser xêra endamên dewleta istîfakirî ya girêdayî bi ERrebistanê û Partiya Ixvanî el-Selah ketiye tevgerê û hin êrîş li dijî Koneya Veguhestinê ya başûr ku di bin piştgiriya Imaratê da ye, pêk anîne.

Li gorî vê raporê, firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê jî rojên bihurî li navçeyên şêrr ên parêzgeha Ebînê firiyane.

Di vî halî da, pevçûnên li Ebînê navbera çeteyên ser bi Riyazê û Konseya Veguhestinê ya ser bi Ebûzebiyê di şeş mehên bihurî da tevî gotûbêjên du aliyan gurr bûne.