Binpêkirina agirbesê ji aliyê siûdiyan va li Yemenê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i321351-binpêkirina_agirbesê_ji_aliyê_siûdiyan_va_li_yemenê_didome
Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di 24 saetên bihurî da 278 caran agirbesê li parêzgeha Hudeydeya Yemenê binpê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 13, 2020 08:41 Asia/Tehran
  • Binpêkirina agirbesê ji aliyê siûdiyan va li Yemenê didome

Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di 24 saetên bihurî da 278 caran agirbesê li parêzgeha Hudeydeya Yemenê binpê kir.

Li gorî rapora Al-Alamê, Odeya operasiyonê ya efserên têkilî û hevahengiyê li Yemenê roja Îniyê ragihand ku balefirên şêrr û balefirên naskirinê yên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di 24 saetên bihurî da bi caran li ser navçeyên Hîs, Hac, Cebeliye û Tehtiyaya parêzgeha Hudeydeya Yemenê firriyan.

Her wiha topxaneya artêşa destdirêjker a Siûdî zêde ji 190 caran navçeyên Hudeydeyê gullebaran kirin.