Artêşa Rejîma Îsraîlê amadekariya leşkerî ya nû li dijî Xezayê dike
Di raporên Rejîma Siyonîstî de hat bibîrxistin ku artêşa vê rejîmê amadekariya leşkerî li dijî Xezayê di dawiya Cotmehê de dike.
Li gorî kanala 12’an a Rejîma Îsraîlê, fermandariya herêma başûrê ya artêşa Rejîma Siyonîstî amadekariya şerekî nû ya li dijî Xezayê bi dawiyê meha bê re dike.
Li gorî kanalê, fermandariya herêma başûr ji hêzan xwest amade bin. Ji ber artêş li ser rêzebûyerên di vê demê de pêk tên ku nearamiyê li herêmê pêk bîne, metirsîdar e.
Efserekî mezin ji ketîbeya 74’an a Lîwaa Başûr a Rejîma Siyonîstî got rewşa li Xezayê dibe ku di her kêliyekê de bê guhartin. Ji lew re ew her tim di amadekariyê de ne.
Wezîrê Ewlehiyê yê Rejîma Siyonîstî Benny Gantz texmîn kiribû ku li Xezayê di meha bê de şer li ser paşxana rewşên li Xeza û guhartinên siyasî yên dawîn, derkeve.