Serokê Mossada Îsraîlê çû Ebuzebiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i318731-serokê_mossada_Îsraîlê_çû_ebuzebiyê
Medyaya Siyonîstî ragihand ku serokê Rêxistina Îstixbarat û Sîxoriyê ya Rejîma Îsraîlê çû Ebuzebiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2020 18:21 Asia/Tehran
  • Serokê Mossada Îsraîlê çû Ebuzebiyê

Medyaya Siyonîstî ragihand ku serokê Rêxistina Îstixbarat û Sîxoriyê ya Rejîma Îsraîlê çû Ebuzebiyê.

Kanala Kan a Rejîma Siyonîstî ragihand ku Serokê Mossadê Yûsî Kohn îro ji bo gotûbêja bi rayedarên îmaratî gihêşte Ebuzebiyê paytexta vî welatî.

Vê kanalê duh gotibû ku muhtemel e Yûsî Kohn êvara yekşemê bigihêje Ebuzebiyê.

Kohn di îmzabûna rêketinnama navbera Ebuzebî û Telavîvê û eşkerabûna pêwendiyên Rejîmên Îsraîl û Îmaratê roleke girîng lîstiye. Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu êvara înê sipasiya Yûsî Kohn kiribû ji ber hewldana wî bona berfirkirina pêwendiyên vê rejîmê bi ya Îmaratê re.