Yekem girêbesta navbera Kompaniyên siyonîst û Imaratê hat wajokirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i318681-yekem_girêbesta_navbera_kompaniyên_siyonîst_û_imaratê_hat_wajokirin
Du kompaniyên imaratî û siyonîstî bi mehneya hevkariyê jibo berhemanîna kîtên pêderxistina Koronayê, girêbesta hevkariyê wajo kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2020 07:07 Asia/Tehran
  • Yekem girêbesta navbera Kompaniyên siyonîst û Imaratê hat wajokirin

Du kompaniyên imaratî û siyonîstî bi mehneya hevkariyê jibo berhemanîna kîtên pêderxistina Koronayê, girêbesta hevkariyê wajo kirin.

Li gorî rapora rojnameya Jerusalêm Postê, Piştî du rojan ji asayîkirina pêwendiyan navbera Rêjîma Siyonîst û Imaratê, Kompaniya sermiyandanîna neteweyî ya Opeksa Imaratê lihevkirinameya ticarî ya Stratejîk digel Koma "TERA" ya Israîlê jibo lêkolînan û berhemanîna kîtên pêderxistina Vîrûsa Koronayê wajo kir.

Li pey hewildanên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jibo hêsankirina pêvajoya asayîkirina pêwendiyan navbera Imaratê û Rêjîma Siyonîst, Pêncşemiya bihurî du aliyan bi lihevkirinekê, asayîkirina tam a pêwendiyên dîplomatîk pejirandin.

Ev lihevkirin tûşî rexneyên berfireh bûye.