Tebax 01, 2020 08:05 Asia/Tehran
  • Kuweytê bertek nîşanî agirberdana bi alaya xwe li Misirê da

Balyozxaneya Kuweytê li Qahireyê karê hin welatiyên vî welatî yê bangewaziya jibo agirberdana bi alaya Kuweytê û bêrêziya li kesayetiyên siyasî yên wî şermezar kir û ji Qahireyê xwest ku pêşî li van kiryarên dijûnbar bigire.

Aajansa nûçeyan a fermî ya Kuweytê (KONA) ragihand ku Balyozxaneya Kuweytê li Qahireyê roja Îniyê bi weşandina daxuyaniyekê wêne û dîmenên agirxistin abi alaya vî welatî li Misirê şermezar kir û ragihand: Ev kiryara dijûnbar bûye sebeba nerihetiya giran di nav aliyên fermî û gelanî yên Kuweytê û hestên gelê vî welatî birîndar kiriye."

 

 

Serepeyv