Qeter: Tengava Hormizê tu dewsgirek tuneye
Tesrîn 16, 2026 16:02 Asia/Tehran
Serokwezîrê Qeterê destnîşan kir: Tu rêyek nikare bibe dewsgira Tengava Hormizê.
Mihemed bin Evdirrehman bin Casim Alê Sanî destnîşan kir ku rewşa Qeterê ji ber cureya berhemên wê yanî gaz û gaza xwezayî ya şilekî, bi awayekî ye ku Tengava Hormizê hema wisa dê wek xwînbera bingehîn a guhestina enerjîyê bo vî welatî bimîne. Ajansa nûçeyan a Reuters’ê pêştir ragihandibû ku Qeter yek ji mezintirîn qurbaniyên aborî yên destdirêjîya Amerîka û Rejîma Siyonîst li himber Îranê bûye; bi awayekî ku hinardekirina gaza xwezayî ya şilekî (LNG) ya vî welatî sedî 96 kêm bûye.