Hêzên Yemenê herêma Heyfan li Te`izê girtin destê xwe
Piştî vekişîna hêzên girêdayî hevpeymaniya bi pêşengiya Erebistana Siûdî, Hêzên Çekdar ên Yemenê karîn navçeya Heyfanê ya li parêzgeha Teizê bi temamî ji hêzên dijmin ramalînin.
Bombebarankirina armancên sivîl û deverên niştecîbûnê li parêzgehên cûda yên Yemenê ji hêla Erebistanê va didome; ev yek di demekê de pêk tê ku operasyonên meydanî yên hêzên çekdar ên Yemenê zêdetir bûne û ew bi lez pêşve diçin. Piştî vekişîna hêzên girêdayî hevpeymaniya bi pêşengiya Erebistanê, hêzên çekdar ên Yemenê karîn navçeya Heyfanê ya li parêzgeha Taîzê bi temamî ji hêzên dijber ramalînin.
Hêzên Yemenî her wiha pêşveçûna xwe ber bi Parêzgeha Lahcê ve domandin û kontrola herêma Meqatire, çend gir u banî, kela dîrokî ya Meqatire û xala stratejîk a Necd Kerbehê bi dest xistin. Di vê navberê de, Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê li Sen'ayê ragihand ku di encama êrîşeke hewayî ya Erebistanê de li ser gundê Sefa Remah li herêma Mesferî ku dikeve navçeya Mesraxê, li beşa başûrê Parêzgeha Teizê sivîlek birîndar bûye.
Di vê navberê de, Yahya Serî, berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê, îdiayên derew ên Erebistanê derbarê operasyoneke ku bajarê Medîneyê kiriye armanc, red kirin. Serî diyar kir ku Hêzên Çekdar ên Yemenê ti operasyonek li kûrahiya axa Erebistanê pêk nehanîne; wî her wiha dîyar kir ku îdiayên dijminê sûcdar ê Siûdî derbarê xistina xwofirrekê li esmanê bajarê Medîneyê tenê berdewamiya kampanyaya wan a mezin û berfireh a derewan e li dijî Yemenê, welatê bawerî û hikmetê.