Artêşa Yemenê xwefirreke Wîng Long 2 ya siûdî jorda xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360694-artêşa_yemenê_xwefirreke_wîng_long_2_ya_siûdî_jorda_xist
Hêzên çekdar ên Yemenê qala jordaxistina xwefirreke êrişker a “Wîng Long 2” kir.
(last modified 2026-10-05T15:16:40+00:00 )
Çirî 05, 2026 18:45 Asia/Tehran
  • Artêşa Yemenê xwefirreke Wîng Long 2 ya siûdî jorda xist

Hêzên çekdar ên Yemenê qala jordaxistina xwefirreke êrişker a “Wîng Long 2” kir.

Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand: Xwefirreke sîxorî ya çekdar a cûreya “Wîng Long 2”ê ya dijminê siûdî di dema pêkhatina erkên dijminane da li asimanê parêzgeha Teizê jorda xistin. Ev xwefirr bi çekekî guncan hate armancgirtin. Di dewamê da çavkaniyên nûçeyan qala êrişên asimanî yên Erebistanê ser navçeyên cûrbicûr ên Sen'a û Se'deyê kirin. Du êrişên asimanî li navçeya “Beytullehîde”yê li “Se'wanê” li bajaroka “Benî Heşîşê ya parêzgeha Sen'ayê pêk hatin ku di encama wan da xwendekarek şehîd bû û du xwendekarên din jî birîndar bûn. Ev êriş di halekî da pêk hatin ku pevçûn di navbera hêzên çekdar ên Yemenê û hêzên di bin piştgirîya Erebistanê da li hin navçeyên Yemenê tund bûne. Ev pevçûn hevrê digel pêşveçûna hêzên çekdar ên Yemenê û paşvekişîna hêzên girêdayî bi Erebistanê ji çend navçeyan pêk hatine.