Şêx Îsa Qasim: Biryarên Rejîma Behreynê redkirî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360692-Şêx_Îsa_qasim_biryarên_rejîma_behreynê_redkirî_ne
Rejîma Alê Xelîfe li Behreynê sîyaseta tepeserkirina şîeyan girtiye ber xwe û hejmarek rûhanîyên berbiçav desteser û mehkeme kirine.
(last modified 2026-10-05T15:15:29+00:00 )
Çirî 05, 2026 18:44 Asia/Tehran
  • Şêx Îsa Qasim: Biryarên Rejîma Behreynê redkirî ne

Rejîma Alê Xelîfe li Behreynê sîyaseta tepeserkirina şîeyan girtiye ber xwe û hejmarek rûhanîyên berbiçav desteser û mehkeme kirine.


Di dewama tepeserkirina şîeyan ji aliyê Rejîma Alê Xelîfe li Behreynê da, rûhanîyekî berbiçav ê Behreynê biryarên derxistî yên ji aliyê desthilata vî welatî va redkirî zanî û tekez kir ku bawermend li hember van biryaran xwedî helwêsteke yekgirtî ne. Ayetullah Şêx Îsa Qasim, tevî amajeya li berteka şîeyan li hember van biryaran, got: Bersiva wan bersiveke yekgirtî ye ku di kelîmeya tewhîdê da, yanî “La îlahe îllellah” da tê kurtkirin. Ayetullah Îsa Qasim zêde kir: Ev helwêst nîşana nerazîbûna tund û rûbirûbûna aşkira digel van biryarên navborî ra ye.